Bi wesîleya cejnê goristan hatin ziyaretkirin
- 20:23 20 Nîsan 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Rêxistina HDP’a Amedê, MEBYA-DER û ANYAKAY-DER bi wesîlaya cejnê li bajaran çûn serdana goristanan.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê û MEBYA-DER, bi boneya Cejna Remezanê serdana gorina kirin. Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan û Hevseroka MEBYA-DER'ê Yuksel Almas jî di nav de malbatên kesên ku di dîrokên cuda d ejiyana xwe ji dest dane serdana li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezanê ya Amedê kirin. Di serdanê de dua hatin kirin.
Stenbol
Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Xizmên xwe Winda kirine ya Anadolu (ANYAKAY-DER) beriya cejna Remezanê li Umraniye û Kuçukçekmece ya Stenbolê çûn serdana goristanan. Li Kuçukçekmece çû li goristana Kanarya serdan pêk hat. Rêveberên HDP’a Beylukduzu, Bakirkoy, Bahçelîevler û Kuçukçekmece û namzetên partiya Çep a Kesk tevli bûn.
Li Umraniyê jî çûn serdana Goristana Îhlamur Kuyur. Rêveberên HDP’ê, dayikên aştiyê û gelek kes tevli bûn.
Edene
Komeleya Piştevaniya Malbatên Xizmên Xwe Windakirine yên Akdenîzê (AYKAYDER) li Seyran, Ceyhan û Yuregîrê çûn sedana goristanên Kuçukoba, Asrî, Buruk, Akkapi, Ceyhan Asrî û Mutlu.
Mersîn
Li Mersînê jî bi pêşengiya AYKAYDER serdanên ji bo goristanan pêk hatin. Li navçeya Toroslar çûn serdana goristana Guneykent û namzetên Partiya Çep a Kesk, rêveberên DBP’ê, HDP’ê û gelek kes tevli bûn.