Li Helebê Cejna Çarşema Sor hat pîrozkirin
- 16:20 19 Nîsan 2023
- Rojane
HELEB - Li taxa Şêxmeqsûdê bi şahiyekê û bi tevlibûna gelek kesî Cejna Çarşema Sor hat pîrozkirin
Bi dirûşma " Êzdiyatî nasneme ye, Çand e, Dîrok e û berxwedan e Cejna Çarşema Sor li we pîroz be " Çarşema Sor Cejna sersala civaka êzdî îro li taxa Şêxmeqsûd ji aliyê pêkhateyên êzdî ve bi şahiyekê hat pîrozkirin.Şahî li devera bi navê Şiqeyf a ku dikeve Xerbî taxê hat li darxistin.
Gelek kes tevli şahiyê bûn
Piştî deqeyeke rêzgirtinê axaftin ji aliyê endamên sazî û partiyên siyasî ya ji derveyî Taxê yên Xiristiyan ve hate kirin.
Herwiha komên bi navê kulîlkên pêşerojê û ya Ahore û ciwanên êzdiyan ya stran û bazdanê çalakiya xwe pêşkêşî haziran kirin.
Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.