Beriya cejnê li sûkan tevgereke zêde heye
- 13:09 19 Nîsan 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Misilmanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên cejna Remezanê dikin û ji bo kirîna pêdiviyên cejnê li sûkan qerebalixeke zêde heye.
Li sûkên bajar, navçe û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo kirîna pêdiviyên cejnê qerebalixeke zêde heye, li kêleka wê jî malbat şêraniyên cejnê amade dikin.
Amadekariyên pêşwaziya Cejna Remezanê li Hesekê, Kobanê, Dêrik, Tebqa û Reqayê didome. Li aliyekî din jî dewleta Tirk topbaranên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike.
Li sûkan, li gel daketina nirxê lîreya Sûriyeyê li hember dolar, kel û pel biha ne. Şênî tenê tiştên pêwîst dikirin.
Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn li têketinên bajar û navendên sûkan dewriyeyên xwe, ji bo parastina ewlehî û îstîqrarê zêde kirin.