Namzetên Mêrdînê çûn serdana esnafan
- 20:20 18 Nîsan 2023
- Rojane
MÊRDÎN - Di çarçoceya xebatên hilbihartinê de li navçeya Artuklu bi tevlibûna namzetên Mêrdînê serdana esnafan hat kirin û pirsgirêkên esnafan hatin guhdarkirin.
Li Mêrdînê xebatên hilbijartinên giştî yê 14’ê Gulanê ya Partiya Pêşerojê ya Çepên Kesk (Partiya Çep a Kesk) didomin. Di çarçoveya hilbijartinê de li Sîteya Sanayiyê ya li Taxa Îstasyonê ya navçeya Artuklu ya Mêrdînê serdana esnafan hat kirin. Namzetên Mêrdînê Bêrîtan Guneş û Leyla Kaya, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê ya Mêrdînê Gulser Yildirim û rêvebirên Partiya Çep a Kesk tevlî bernameya bû.
Di dema serdanê de heyetê broşur belav kirin. Di serdanê de esnafan eleqeyek mezin nîşanê heyeta Partiya Çep a Kesk dan û pirsgirêkên esnafan hatin guhdarkirin. Namzetên Mêrdînê, di dema serdanê de bi lêv kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêkan ewilî divê desthilatdariya AKP’ê biçe û daxwaza piştevaniyê kir.
Serdan bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.