Partiya Çep a Kesk bajar bi bajar civînên gel pêk tîne
- 20:40 16 Nîsan 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Partiya Çep a Kesk li gelek bajaran buroyan vedike û hevdîtinên bi gel re pêk tîne.
Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Partiya Çep a Kesk) li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê xebatên hilbijartinê didomîne. Namzetên partiyê li aliyekî diçin serdana esnafan li aliyê din jî bi coşek mezin buroyan vedikin.
Balikesîr
Li Balikesîrê Partiya Çep a Kesk bi coşek mezin xebatên xwe dimeşîne. Namzeta rêza yekemîn Şevîn Coşkun, namzeta rêza 7’emîn Fîkriye Yadigir, li taxa Yuzucuyil a Bandirmayê tevli vekirina buroyê bûn.
Namzet Şevîn Çoşkun axivcî û diyar kir ku bi hêza ku ji jinan digirin wê biserkevin û wê wek her qada jiyanê rengê xwe bibin meclîsê jî.
Namzet Fikriye Yadigir jî mafê axaftinê girt û daxuyakirin ku wê dawî li rejîma yek mêrî bînin û hemû jin silav kir.
Bi dirûşmeya buro hat vekirin.
Îzmîr
Li taxa Goksu a Bucayê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin. Canan Kabenç Ozkan di vekirina buroyê de axivî û diyar kir ku ew ji bo dawî li tarîtiya desthilatdariyê bînin ketine vê rê û got wê ew tecrîdê bişkînin.
Namzeta herêma duyemîn û rêza sêyem Semra Kiratli jî destnîşan kir ku ew mîrateya jinên têkoşîna azadiya jinê dane hil digirin û got wêjin pergalê biguherin.
Piştî axaftinan buro hat vekirin.
Qers
Namzetên Partiya Çep a Kesk Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Gulcan Alp û hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ku qeyûm tayînê şûna wê bû tevli civînan bûn û jia liyê jinan ve eleqeyek mezin dîtin. Gulîstan di civîna li taxa Halîpaşa de axivî balkişand ser polîtîkayên dijminê jinê yên desthilatdariyê û got bi jinan wê civak biguhere.
Gulcan Alp jî li taxa Yenîşehîrê bi jinan re hat gel hev û got çareseriya pirsgsirêkan bi Partiya Çep a Kesk pêkane.