‘Em ê desthilatdariyê bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ bişînin’
- 21:32 15 Nîsan 2023
- Rojane
STENBOL- Partiya Çep a Kesk li Kartal a Stenbolê buro vekir. Namzet Pervîn Tunbul di vekirinê de axivî û diyar kir ku wê bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ desthilatdariyê bişînin.
Partiya Çep a Kesk li Kartal a Stenbolê li taxa Hurriyet buroya hilbijartinê vekir. Namzetên Partiya Çep a Kesk di têketina navçeyê de bi konvoyê hatin pêşwazîkirin.
Namzet Pervîn Tunbul jin û ciwan bi Kurdî silav kir û got wê di 14’ê Gulanê de desthilatdariyê bişînin.
Hevberdevkê Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) û namzet Cengîz Çîçek jî axivî û destnîşan kir ku wê berxwedana li dijî desthilatdariyê bilind bikin û wê 14’ê Gulanê de vê pergalê çalê sindoqan bikin.
Vekirina buroyê bi govend û çepikan bidawî bû.