Bi coşek mezin li Îzmîrê buro hatin vekirin
- 19:45 15 Nîsan 2023
- Rojane
ÎZMÎR- Partiya Çep a Kesk, li navçeyên Îzmîrê bi tevlibûnek xurt a welatiyan buroyên hilbijartinê vekir.
Partiya Çep a Kesk li Çîglî, Bornova û Torbali ya Îzmîrê buroyên hilbijartinê vekir. Namzetên Partiya Çepa Kesk yên Îzmîrê, rêberên HDP’ê û gelek welatî tevli bûn.
Çîglî
Li taxa Guzeltepe a Çîglî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk hat vekirin. Namzetên Partiya Çep a Kesk, rêveberên HDP’ê û gel tevli bûn.
Namzeta herêma duyem a rêza yekem Burcugul Çubuk axivî û diyar kir ku ji hêza wan ya rêxistinkirî ditirsin û got wê şerê qirêj, tecrîd, zindanan û qesran bi serê wan de bînin xwarê.
Namzeta herêma duyem û rêza duyem Canan Kebenç Ozkan jî axivî û diyar kir ku wê jiyana nû bihev re ava bikin.
Torbali
Li navçeya Torbali li taxa Ataturk buroya hilbijartinê hat vekirin. Ligel namzet, rêveberên HDP’ û dayikên aştiyê, welatî tevli bûn. Jin bi cil û bergên xwe yên gelerî tevli merasîmê bûn û govend gerandin.
Bornova
Li taxa Çamkulu ya BornovayÊ jî buro hat vekirin. Namzetên Partiya Çep a Kesk, rêveberên HDP’ê û gelek welatî tevli bûn. Namzet Burcugul Çubuk axivî û diyar kir ku wê 14’ê Gulanê de bi awayekî xurt biçin meclîsê.