Eren Keskîn hat berdan
- 15:15 15 Nîsan 2023
- Rojane
STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn li ser hesabê xwe Twitterê ragihandibû ku li Stenbolê hatiye binçavkirin. Parvekirinên li ser medyaya dîjîtal wekî hincet hat nîşandan û Erenê hat binçavkirin. Piştre Erenê hat berdan.
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandibû ku ew li Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin.
Eren Keskîn hefteya bihûrî roja şemiyê li gel Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan.
Îro jî polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir û 12 kes kirin binçavan.
Hat berdan
Nehat hînbûn ku Erenê ji ber kîjan parvekirinan hatiye binçavkirin. Hat ragihandin ku divê Erenê di nava pênc rojan de here dozgeriyê û îfadeya xwe bide. Erenê li balafirgehê hat berdan.