Serhed bi rengên Partiya Çep a Kesk xemilî
- 19:28 12 Nîsan 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Nametên partiya Çep a Kesk li herêma Serhedê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin. Ji Erdexanê heta Wanê soza serkeftinê hat dubarekirin.
Li herêma Serhedê xebatê Partiya Çep a Kesk bi coşek mezin berdewam dikin. Ji Erdexanê het aWanê her der bi rengên Partiya Çep a Kesk xemilîn.
Wan
Partiya Çep a Kesk civîna nasandinê li ber buroya hilbijartinê ya Rêya Armuşê li salonek dawetê kir. Bi sedan kes tevli civînê bûn. Hevseroka DBP’ê ya Wanê Şengul Polat axivî û diyar kir ku ew di pêvajoyek girîng de derbas dibin û wê gel di 14’ê Gulanê de bersivê di sindoqan de bide.
Hevserokê HDP’a Wanê Fîkret Dogan jî axivî û got wan bedelên mezindane û tu carê serî netewandine û wê netewînin.
Namzetê parlamenteriyê yê Wanê Sînan Çîftyurek jî axivî û got ew bi gel re bibin yek wê bisekevin. Piştî axaftinan gel govend gerand.
Bedlîs
Li Bedlîsê jî Partiya Çep a Kesk namzetên xwe da nasîn. Namzetên bajar Huseyîn Olan, Semra Çaglar Gokalp û Enver Barîn di têketina bajar de bi def û zirneyê hatin pêşwazîkirin. Girse bi konvoyê derbasî Buroya Hilbijartinê ya Tetwanê bûn. Pêşwazîkirin bi coşek mezin hat kirin û namze hatin nasandin.
Erdexan
Namzetên Erdexanê yên Partiya Çep a Kesk Ozgur Taniş û Dîcle Akturk bi konvoyek mezin ali Xoçvan hatin pêşwazîkirin. Konvoy ewil çû navenda Erdexanê piştre derbasî navçeya Golan bûn. Bi sedan kes li ber buroya hilbijartinê hatin gel hev û namzet pêşwazîkirin.
Erzirom
Namzetên Erziromê Meral Daniş Beştaş, Abdurahman Sever, Bahar Goksu û Ayşan Tarlan li Balafirgeha Erziromê bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Konvoya hat avakirin berbi rêxistina partiya Çep a Kesk a Erziromê ve derketin rê. Bi sedan kes tevli vekirina buroya Mahalebaşi bûn û namzet pêşwazîkirin.
Qers
Bi tevlibûna namzeta Qersê Gulcan Alp li navçeyê Cilawiz û Zerîşat buro hatin vekirin.
Îdir
Namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk Aysel Aras û Yilmaz Hûn, ji aliyê hevserok, endam û rêveberên partiyên siyasî, saziyên sivîl û gelek kesan ve li herêma Horgovê, li ser çerxerêya Mûçê bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Namzet piştî pêşwazîkirinê bi konvoyeke mezin re çûn nava bajêr û gel silav kirin. Namzetên ku hatin buroya hilbijartinê govend gerandin û li vir axivîn. Namzetan di axaftinên xwe de bal kişandin ser giringiya hilbijartinê û destnîşan kirin ku pêwîst e her kes biçe ser sindoqan.
Piştî axaftinan buro bi govend û dirûşmeyan hat vekirin.