Hêkên Paskalyayê ji bo mexdûrên erdhejê hatin boyaxkirin
- 14:08 11 Nîsan 2023
- Rojane
MÊRDÎN - Di pêşengiya Komelya Jinên Suryanî de jinên Sûryanî ku hatin gel hev û zarokên wan, ji bo mexdûrên erdhejê hêk boyax kirin û kulîçe çêkirin.
Li Mêrdînê gelê suryanî vê salê amadekariyên xwe yên Nuhoma ji bo mexdûrên erdhejê kirin. Jinên ku di pêşengiya KomeleyaJinên Sûryanî (SURKADÎM) de hatin gel hev û zarok, hêkên paskalyayê boyax kirin û kelandin. Suryaniyên ku ji aliyekî ve jî ji bo cejnê şorbeşîr û kulîçe çêkirin amadekariyên xwe wê ji mexdûrên erdhejê yên li Îskenderûn, Arsûz, Altunozu yên Hatayê re bişînin.