Şêniyên Tirbespiyê banga azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin
- 15:04 10 Nîsan 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê bi meşekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir.
Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, bi dehan şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê bi hemû pêkhateyên wê; Kurd, Ereb û Suryan daketin qadan û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwest.
Şêniyan posterên Abdullah Ocalan rakirin û ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê dest bi meşê kirin.
Meş li ber navenda Kongreya Star veguherî mîtîngê. Endama Kongreya Star a navçeyê Asya Cuma axivî û komploya li dijî Abdullah Ocalan şermezar kir.
Bi navê Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê endamê însiyatîfê Hisên El Sada jî axivî û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî tecrîda li ser Abdullah Ocalan û êrişên dewleta tirk a dagirker ên li ser Sûriye û Iraqê şermezar kirin.
El Sada ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan banga hevgirtin û rabûna li hemberî siyasetên dewleta tirk li pêkhateyên herêmê kir.
Mîtîng bi dirûşmên ji bo banga azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi dawî bû.