Li Cizîrê bi minasebeta 4'ê Nîsanê şitil hatin çandin
- 15:15 9 Nîsan 2023
- Rojane
ŞIRNEX - Li Cizîrê 74’emîn rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.
Li Taxa Mûsiriyê ya navçeya Cizîr a Şirnexê bi pêşengtiya Partiya Heremên Demokratîk (DBP), 74’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate pîrozkirin. Rêxistinên Partiya Çep A Kesk û HDP’ê yên navçeya Cizîrê, aktîvîstên TJA’yê û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê tevli pîrozbahiyê bûn. Di çarçoveya pîrozbahiyê de şitil hatin çandin.
Di dema çandina şitlan de jinan hêvî kirin ku ev şitil bibin wesîleya azadiya Ocalan û aştiyeke mayînde. Piştî çandina şitlan, jinan bi hev re strana “Pîroz be li te” gotin û govend gerandin.
Bername bi tililiyan bi dawî bû.