Salîha Aydenîz: Çareseriya pirsgirêkê Îmraliye
- 20:37 8 Nîsan 2023
- Rojane
EDENE- Li Ceyhan a Edenê buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk hat vekirin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz di vekirinê de axivî û diyar kir ku çarseriya pigsirêka Kurd Îmraliye, muxatap Îmraliye.
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Edeneyê, li taxa Belediyevler a Ceyhan a Edeneyê buroya hilbijartinê vekir. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û nûnerên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tifaqa Ked û Azadiyê û bi sedan welatî tev li bûn. Beriya vekirina buroyê girseyê govend gerand û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Em ê bi berxwedanê serbikevin” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.
Hevseroka giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz di vekirinê de axivî û diyar kir ku jinên Kurd îro bi berxwedana xwe di rojeva jînê de cih girtine. Salîhayê wiha dirêjî daye: “ Daxwaza me azadiya Kurdane. Azadiya zimane. Gelê Kurd azad nebe gelê Tirk jî ne azade. Ji ber vê em dibêjin ku navnîşana çareseriya demokratîk Îmraliye, muxatab îmraliye. Em ê 14’êGulanê de biçin ser sindoqan. Em ê xebatên xwe bê navber bimeşînin.”
Piştî axaftinan bername bi govendê bidawî bû.