Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk ên Colemêrgê hatin hilbijartin
- 20:13 7 Nîsan 2023
- Rojane
COLEMÊRG – Partiya Çep a Kesk a Colemêrgê Yekemîn Kongreya xwe pêk anî û ji bo hevbedevkiyê Viyan Tekçe û Halî Abî hatin hilbijartin.
Partiya Pêşerojê ya Çep û Kesk (Partiya Çep a Kesk) li Colemêrgê li avahiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK) Yekemîn Kongreya Asayî pêk anî. Parlametnerê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede, bernamzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk, rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyan, dayikên atşiyê tevli bûn.
Saît Dede yê HDP’î diyar kir ku hilbijartina 14’ê gulanê wê hilbijartina sedsalê be û got ev hilbijartineke tecrîhê ye.
Ji bo Hevberdevkiya Partiya Çep a Kesk a Colemêrgê Viyan Tekçe û Halît Abî hatin hilbijartin.