Li Silopiyê bûroya jinê hat vekirin: Em ê bi ser bikevin
- 20:18 6 Nîsan 2023
- Rojane
ŞIRNEX – Li navçeya Silopî ya Şirnexê bûroya jinê ya hilbijartinê hat vekirin. Di bernameyê de bi sedan kes bi dirûşmeya ‘Em ê bi ser bikevin’ qad tije kirin.
Li navçeya Silopî ya Şirnexê bûroya jinê ya hilbijartinê hat vekirin. Bêriya bernameyê girseyî li kolana Cudî yê kom bûn. Qad bi alên Partiya Kesk a Çep hate xemilandin. Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun, Parlementera HDP’ê Şirnexê Nuran Îmîr, Tevgera Jinên Azad(TJA), Partiya Heremên Demokratîk(DBP), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Endam û rêveberên navend û navçeyên HDP û DBP’ê û bi sedan kes beşdarî bernameyê bûn.
Ji bo qûrbaniyên erdhejê deqeyek rêz hat girtin
Ewilî parlementera HDP’ê Nuran Îmîr axivî û wiha got: “Dîrok dizane û şahîd e ku em wek Tevgera Jinên Azad her tim şopdarê heqîqetêne. Em têkoşerê rêya azadiyêne. Ji vê vir şûnde wek jinên Botanê di hilbijartinê de em sindoqan bi rengên xwe bixemilînin. Armanca me wê avakirina jiyanek azad be.”
Piştre Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun axivî: “Encama hilbijartinê wê çi bibe bila bibe wê armanca me pêşiya girtina HDP’ê be. Li Tirkiyê siyaseta demokratîk bi rêya HDP’ê derbas dibe. Ji aliyek din ve jî têkoşîna jinan bi hêztir dibe û xwe bi rêxistin dike. Îro raperîna Jin Jiyan Azadî di her zîmanê de belavî cîhanê bûye. Jinên kurd bi felsefeya Jin Jiyan Azadiyê têkoşîna xwe dihonînin.”
Bername bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Em ê bi ser bikevin’ û gerandina govendê bidawî bû.