Li Lubnanê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
- 11:50 5 Nîsan 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistaniyên li Lubnanê rojbûna 74'emîn a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir.
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongreya Star duh bi munasebeta rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, şahiyek li Lubnanê li dar xist.
Li hola şahiyê wêneyên Abdullah Ocalan, wêneyên cangoriyan, al û sembolên kurdî hatin daliqandin.
Di şahiyê de bi sedan Kurdistanî amade bûn. Dûre li ser navê PYD'ê Mehmûd Mehmûd û li ser navê Kongrêya Star Nesrîn Bero axivîn û di axaftina xwe de rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kir.
Di dawiyê de komên Welatê Rojê ya stranan û Şehîd Rojînda Efrîn a govendê hunerên xwe pêşkêş kirin.