Li Îranê meha dawî de 14 kes hatin darvekirin
- 20:52 2 Nîsan 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku dewleta Îranê di meha Adarê de 14 kes darvekirine û ji bo gelek kesî cezayê darvekirinê hatiye erêkirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRP) bi daxuyaniyekê bîlançoya meha Adarê ya binpêkirina mafên mirovan ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ragihand. Li gorî bîlançoyê, di meha Adarê de 14 kes hatine darvekirin û cezayê darvekirinê ji bo gelek kesî hatiye erêkirin. Her wiha li gorî çapemeniya navxweyî tenê di meha borî de Îran ji bo zêdetirî 20 kesî cezayê darvekirinê biriye.