Partiya Çep a Kesk 2 buroyên hilbijartinê vekirin
- 19:23 2 Nîsan 2023
- Rojane
STENBOL - Partiya Çep a Kesk li navçeya Esenyurtê bi tilîlî û govendê du buroyên pêwendiyê yên hilbijartinê vekirin.
Partiya Çep a Kesk li Taxên Ornek û Akçaburgaz ên navçeya Esenyurt a Stenbolê du buroyên pêwendiyê yên hilbijartinê vekirin.
Seranserê kolanên ku buroyên pêwendiya hilbijartinê lê ne bi alên Partiya Çep a Kesk hatin xemilandin.
Gelek endamên partiyê tev li vekirina buroyê bûn. Di pêşengtiya Dayikên Aştiyê de bi tilîlî û govendê buroyên pêwendiyê yên hilbijartinê hatin vekirin.