Malbatên zarokên îşkence lê kirin gazî îfadê kirin
- 22:14 22 Adar 2023
- Rojane
AMED- Li Licê polîsan tundî li zarok Y. D kiribûn. Piştî bûyer hat bihistin li ser bertekan Serdozgeriya Komarê ya Licê malbata zarok û parêzer gazî îfadê kir.
Li Licê ya Amedê duh êvarê polîsan zarokê bi navê Y.D (14)ku dema bi hevalê xwe re vedigerî malê revand û îşkence lê kir. Ji Y.D re gotin Sirûda Îstîklalê bixwîne û derb kirin. dest û devê zarok girêdan û avêtin ber çem. Gundiyan di tariya şevê de zarok ferq kirin û rakirin nexweşxanê. Rîska ku zarok çavê xwe winda bike heye.
Li ser bertekên hatin nişandan dozgeriyê gazî malbat û parêzerê malbatê kir ku bên îfadê bidin.