Li Şamê Newroz hat pîrozkirin
- 20:33 21 Adar 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Kurd li paytexta Şamê ya Sûriyeyê Cejna Newrozê pîroz kir. Di pîrozbahiyê de gelek komên hunerî beşdar bûn.
Bi sedan kurd û dostên wan li Stada El Feyha ya paytexta Şamê ya Sûriyeyê bi dirûşma “Bi giyanê Newrozê dê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” Newroz pîroz kir.
Di şahiyê de gelek axaftin hatin kirin ku Cejna Newrozê li gelên herêmê pîroz kir û pêwîstiya mezinkirina têkoşînê heta pêkanîna dirûşma Newrozê kir. Di pîrozbahiyê de gelek komên hunerî berhemên xwe pêşandan.Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.