Li Panosê coşa Newrozê dest pê kir
- 11:36 21 Adar 2023
- Rojane
AGIRÎ - Bi hezaran kes ber bi qada Newrozê ya Panosê ve diherikin.
Tevî şerdên zor ên hewayê jî i hezaran kes ber bi qada Newrozê ya Panosê ve diherikin. Îsal wê Newroza Panosê li dawiya Otogara Navçeyê ya Panosê bê pîrozkirin. Pankarta mezin a "Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve" hat daliqandin.
Wê parlamenterên HDP'ê Muazzez Orhan û Abdullah Koç tevlî Newrozê bibin.