Bêtehemuliya li dijî Newrozê: Gelek kes hatin binçavkirin
- 18:40 19 Adar 2023
- Rojane
STENBOL - Piştî Newroza li Stenbolê li Qada Yenîkapi hat pîrozkirin şûnde polîsan êrîşê girseya ku belav dibû kir û têde zarok û parêzer jî hene nêzî 200 kesî binçav kirin.
Piştî Newroza li Stenbolê ya li Qada Yenîkapi hat pîrozkirin şûnde girse belav bû û polîsan mudaxaleyê girseyê kir nêzî 200 kesî binçav kirin.
Polîsan êrîşê girseyê kir û bi sedan kes bi îşkencê binçavkirin. Hat hînbûn ku di nava kesên hatine binçavikrin de zarokekî astengdar û parêzer jî hene. Yên hatin çavkirin birin Midûriyeta Emniyeta Fatî û Emniyeta Stenbolê û Amirtiya Buroya Zarokan.