Stenbol bo Newrozê amadeye
- 18:52 16 Adar 2023
- Rojane
STENBOL- Ji bo Newroza ku 19’ê Adarê de li Yenîkapi a Stenbolê wê pêk bê ,Walîtiya Stenbolê destur da.
Newroz îsal bi dirûşma ‘Her der Newroz’ wê li gelek bajaran pêk bê. Amadekariyên dewletê didomin û Komîta Tertîp a Newrozê ya Stenbolê ji bo Newroza di 19’ê Adarê de wê li Yenîkapi a Stenbolê pêk bîne serî li Walîtiya Stenbolê dabû. Walitiyê erênî bersiv da û 19’ê Adarê de wê li Yenîkapi saet navbra 11.00 û 18.00’an de Newroz pêk bê.