Ji bo Helebcê li başûrê Kurdistanê jiyan rawestiya
- 12:00 16 Adar 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li seranserê başûrê Kurdistanê ji bo bîranîna Helebceyê, di saet 10:55’an de deqeyek jiyan rawestiya.
Rejîma Baasê di 16’ê Adara 1988’an saet 10:55’an de Helebceyê kîmyabaran kir. Li başûrê Kurdistan û gelek herêmên din, qubaniyên Helebceyê têne bi bîranîn.
Li başûrê Kurdistanê Kurdistanê welatî û karmend di nav bazar, kolan û ber derê saziyan de saet 10:55’an deqeyek ji bo Helebceyê rawestiyan.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî saziyên Rêveberiya xweser ji bo Helebceyê karên xwe rawestandin û li ser cadeyê 5 deqe rawestiyan.