Gonul Erden serbest hat berdan
- 21:38 13 Adar 2023
- Rojane
ENQERE - Hevseroka berê ya SES'ê Gonûl Erden ku di girtîgehê de bû, hat berdan.
Di daneşîna doza ku Hevseroka berê ya Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES), Gonûl Erden û Sekretera Giştî ya Jinan Selma Atabey û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) û serokên şaxa sendikayê jê dihatin darizandin de ji bo Gonul Erden biryara tehliyeyê hatiyekirinê hatibû dayîn.
Piştî biryara tehliyeyê Gonûl ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê hat berdan û gelek endamên SES'ê Gonül pêşwazî kirin.