Li Rojava agirê Newrozê hat pêxistin
- 21:41 12 Adar 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Bajarê Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê Qamişlo agirê Newrozê hat pêxistin.
Li bajarê Qamişloyê meşaleya yekemîn a Newroza îsal hat pêxistin. Yên tevli pîrozbahiya li taxa Kornîş li ber ‘Şehîd Adil Lewend ‘ bûn govend gerandin. Agirê Newrozê dayika gerîlayê HPGʹê Adil Lewend, Terfa Mûsa pêxist. Bi dehan şêniyên taxê li derdora agir xelekên govendê gerandin.