Li Hatayê hişyariya nexweşiyan
- 18:46 12 Adar 2023
- Rojane
HATAY- Di daxuyaniya li navçeya Samadag ya Hatayê hat dayîn de ev hişyarî hat kirin: “Nexweşiyên wek emel, spî, kêç, mantar û gurîbûnê û gelek nexweşiyên din dikarin rû bidin.”
Navenda Koordînasyona Erdhêjê, Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) û Endamên Sendîka Kedkarên Xizmeta Tenduristiyê (SES) li Samandag a Hatayê daxuyaniyek dan. Dr. Mehmet Bînboga diyar kir ku pirsgirêkên wekê xwedîhandina serşoyê, tuwalat û paqijiyê tên jiyîn.
Mehmet wiha vegot: “Di serî de emel, sipî, kêç, gurîbûn û gelek nexweşiyên din dikarin rû bidin. Ji ber pirsirêka av, serşoyê,tuwalatê ev nexweşî dikarin girantir bibin. Em dîsa dubare bibîr dixînin. Divê demildest hewcedarî bên cih. Pirsgirêk bên çareserkirin.”