ROJEVA 12'YÊ ADARA 2023'YAN
- 09:00 12 Adar 2023
- Rojev
* Herçend ku medyaya alîgir, piştevanî û hevgirtina di navbera gelan de nedît jî, li qadên dorpêçkirî gelan bêtirs û bêfikar gotin: "Me xemgîniya xwe veguherand hesabpirsînê. Em li vir in hûn li ku ne..."
*Jinan balkişandin ser binpêkirinên mafan yên li girtîgehan û diyar kirin ku çavkaniya pirsgirêkan tecrîda li Îmraliyê ye û bi têkoşînê dikare tecrîd bê şikandin. BI DÎMEN
*Li Dîlkanê ku bi erdhêjê re hemû hilweşiya û gundiyan bi derfetên xwe rê vekirine, kavilên wê hîna nehatine rakirin. BI DÎMEN
*Gulnaz Gumuş a li Samandagi mala wê hilweşiya û li bazara taxê dimîne diyar kir ku şaredariya CHP’ê mehek şûnde hatiye serdana wan û Nîmet Kircilar jî da zanîn ku konê şînê yê lê diman zabîteyan hewl daye rabikin. DÎMEN HEYE
*Hevseroka HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk da zanîn ku wê bi rihê têkoşîna 8’ê Adarê biçin Newrozê û daxwazên xwe bînin ziman. DÎMEN HEYE
**8 Girtiyên jin ku di girtîgeha Amedê de dimînin derbarê 8'ê Adarê de peyam şandin.