Ekîba Gerok MA li Bazarcixê bi zarokan re lîstin
- 20:27 11 Adar 2023
- Rojane
MEREŞ – Ekîba Gerok MA'yê, 3 rojan çû gundên Bazarcixê û bi zarokan re lîstik lîstin.
Ekîba Gerok MA'yê ku ji aliyê MA muzîk, Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, Navenda Çandê ya Aryenê, ŞanoWan, Şanoya Bajêr a Amedê, Komeleya Jin, Çand, Huner û Wêjeyê (KASED) û Komeleya Akademoya Sînemayê ya Rojhilata Navîn pêk tê, li Bazarcixa Merelê ber dilê zarokan xweş kir.
Ekîba Gerok MA'yê ku 3 rojan çû gundên navçeya Bazarcixê û bi zarokan re civiya, ewilî li gundê Mûsolar, roja duduyan li gundê Cennet Pinari, Akdemîr, Tetîrlîk, Şahîntepe û îro jî li gundê Mînehuyukê li ber stranan bi zarokan re lîst. Kom ku tevî darbûqe û defê gund bi gund geriya û stran gotin, li gundan atolyeyên muzîkê û wêneyan li dar xist.
Di çalakiyan de lîstikên cur bi cur hatin lîstin. Ekîbê xatir ji zarokên Bazarcixê xwest û ji bo bi zarokên Nûrdaxî, Islahiye, Samandag û Îskenderûnê re bê gel hev derketin rê.