Li Manîsayê jinek hat qetilkirin
- 20:20 10 Adar 2023
- Rojane
MANÎSA- Li Salihliyê mêrê bi navê Mehmet E. ku çû mala Fadîme E ya ku dixwest dest jê berde, dayika Fadîmeyê, Sabriye Karakaya qetil kir û bavê wê jî birîndar kir.
Li navçeya Salîhlî ya Manîsayê Mehmet E.(22) çû mala jina bi navê Fadîme E ya 19 salî ku dixwest dest jê berde û dayika Fadîmeyê qetil kir bavê wê jî birîndar kir. Di êrîşê de Sabriye Karakaya (39) jiyana xwe ji dest da û bav Mehmet Karakay jî bi giranî birîndar bû. Fadîme E jî dema êrîşê de ji malê derket û xwe xilas kir.
Gumanbar Mehmet E. hat binçavkirin û hat hînbûn ku wê sewqî edliyê bê kirin.