Jin li Hatayê bi wesîla 8’ê Adarê bi jinan re hatin gel hev
- 19:08 8 Adar 2023
- Rojane
HATAY - Jin bi wesîleya 8’ê Adarê li navçeyên Hatayê bi jinan re hatin gel hev û piştevaniya xwe anîn ziman.
Çalakiyên 8’ê Adarê li her derê Kurdistan û Tirkiyeyê didome. Jinan bi armanca 8’ê Adarê li navçeya Defne ya Hatayê bi jinên erdhejzedere hatin gel hev û piştevaniya xwe anîn ziman.
Li konê ku Koordînasyona Jinan a Ciwan ya meclîsa Xwendekarên Demokratîk (DOM) ava kiribû jinan alavên hîjyenê li jinan belav kirin.
Dîsa endamên Piştevaniya Mor li Serînyol a Antakyayê bi jinan re hatin gel hev. Piştevaniya Mor li Samandagi jî bi jinan re hatin gel hev û balkişandin ser piştevaniya jinan.
Li Îskenderunê jî jinan konbajar ziyaret kirin û bi jinan re sohbet kirin û gotin hun ne tenê ne. Piştre jinan li Harbiyê daxuyaniyek çapemeniyê dan.