8ʹê Adarê li Şamê hat pîrozkirin
- 18:57 8 Adar 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 8ʹê Adarê çalakiyek girseyî li Şamê hat lidarxistin.
Bi boneya 8ʹê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Kongra Star bi beşdarbûna bi sedan jinan çalakiyek li dar xist.
Di çalakiyê de bi navê Koordînasyona Kongra Star a Şamê Newroz Xelel, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Gulê Derwîş, endama Meclisa PYDʹê Rojhilat Ehmed û endama Meclisa Taxa Zorava Zeyneb Mihemed axivîn.
Di çalakiyê de hate gotin ku 8ʹê Adarê roja têkoşîna û berxwedana jinan a ji bo azadiyê ya li hemberî qeydên koletî û zihniyeta baviksalarî ye.
Di çalakiyê de helbest li ser têkoşîna jinan hatin xwendin. Koma Şehîd Serhed stran gotin. Çalakî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.