Jin li Bazarcix û Narliyê hatin gel hev
- 16:58 7 Adar 2023
- Rojane
MEREŞ - Jin di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê li navçeya Barcix û bajarokê Narliyê bi jinan re hatin gel hev.
Tevgera Jinên Azad (TJA), Melisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Civakên Demokratîk (HDK) û endamên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) ku duh hatin navçeya Barcix a Mereşê li bajarokê Narliyê bi jinan re hatin gel hev.
Jinan di hevdîtina xwe de peyama piştevanî û hevgirtinê dan.