TJA'yê ji girtiyan re kart şandin
- 15:22 6 Adar 2023
- Rojane
COLEMÊRG - TJA û Meclisa Jinan a DHP'ê, bi minasebeta 8'ê Adarê ji jinên girtî re kartên hevgirtinê şandin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de ji jinên li girtîgehê girtî re kartên hevgirtin û piştevaniyê şandin.
Jinên ku li Rêxistina HDP'ê ya bajêr a Colemêrgê hatin gel hev, di serî de kartên ku wê bişanda amade kirin û ji postê (PTT) ji girtîgehê re şandin.