Dayika Aştiyê Haci Şîrîn Unat hat veşartin
- 14:48 6 Adar 2023
- Rojane
AMED - Dayika Aştiyê Haci Şîrîn Unat bi beşdarbûna girseyek mezin re hat veşartin. Dayikên Aştiyê ew li ser milê xwe oxir kirin.
Dayika Aştiyê Haci Şîrîn Unat (78) a jiyana xwe ji bo têkoşînê derbas kir û dayika Dr. Ferhan Unat (Dr. Çeko) bû ji ber nexweşiya dil li nexweşxaneya ku lê tedawî didît, xwîn çû ser mejî û jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Dayika Aştiyê piştî nimêja nîvro bi beşdarbûna girseyek mezin re li Goristana Yenîkoyê hate definkirin. Dayikên Aştiyê ew li ser milê xwe hilgirtin û oxir kirin. Meclîsa Dayikên Aştîyê, TMMOB, KESK û TUAY- DER di merasîma cenazeyê de amade bûn.
Wê malbata Dayika Aştiyê Haci Şîrîn, şînê li mala şînê ya Mizgefta Bediuzaman a Diclekenta Amedê dayne.