‘Em ê birînên xwe bihev re bikewînin’
- 19:58 4 Adar 2023
- Rojane
DÎLOK - Jinên TJA û HDP’ê ku li Islahiye û Nurdagi bi erdhejzedeyan re hatin gel hev wiha gotin: “Em ê birînan bihev re bikewînin.” Jinan her wiha TIR’ên Piştevaniya Jinan jî valakirin.
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nêzî sed jinî li navenda krîzê ya Islahiyê bi wesîla 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê daxuyanî dan û li Nurdagi û Islahiyê bi mexdurên erdhêjê re hatin gle hev.
Di nav de serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, parlametnera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu û Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan jî heye gele jin çûn kampên konbajaran yên li Islahiyê. Parlamenterên HDP’ê pirsgirêkên gel guhdarkirin û gotin wê pirsgisrêkan bibin meclîsê.
Parlamenter û jinên din diyar kirin ku wê birînên mexdurên erdhêjê bihev re bikewînin. TIR’ên ji her çar alî Tirkiye û Kurdistanê hatibûn herêmê jî hatin belavkirin.