TJA, HDP û KESK çûn serdana piştevaniyê ya jinan
- 13:45 4 Adar 2023
- Rojane
MEREŞ - Jinên TJA, HDP û KESK'ê di çarçoveya 8'ê Adarê de çûn herêmên erdhejê û serdana piştevaniya jinan kirin. Her wiha alavên paqijiyê belav kirin.
Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Meclîsa Jinê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) di çarçoveya 8'ê Adarê de li Elbîstana Mereşê çûn serdana jinan û alavên paqijiyê belav kirin.
Berî serdanê Hevseroka HDP'ê ya Çewlîkê Mihriban Ekinci wiha got:"Bi dirûşma 'Piştevaniyê jinê dide jiyîn' em ê pêdiviyên jinan bigihêjin ber destên wan. Piştevaniya jinê dide jiyîn."
Piştî daxuyaniyê dirûşma "Jin jiyan azadî" hat berzkirin.
Jinên ji bo piştevaniyê hatin alavên paqijiyê belav kirin. Piştî kuçeyan ew ê serdanên li gundan bidomin.