TIR'ên alîkariyê yên Meclîsa Jinan a KESK'ê gihaştin Mereşê
- 10:27 4 Adar 2023
- Rojane
MEREŞ - Meclîsa Jinan a KESK'ê ya Îzmîrê, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî kom kir û ev alîkariyên ku hatin kom kirin gihaşt Narliya Mereşê.
Îsal 8'ê Adarê li herêmên erdhejê tê pêşwazîkirin. Meclîsa Jinan Konfederasyona Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Îzmîrê ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî kom kir. Alîkariyên ku hatin kom kirin bi TIR'an dişînin herêmên erdhejê.
Alîkariya ku ji hêla Meclîsa Jinan a KESK'ê ve hatî kom kirin îro gihaşt Narliya Bazarcixa Mereşê. Endamên meclîsê di nava rojê de dê pakêtên ku taybet ji bo jinan hatî amade kirin bibin gundan û radestî jinên mexdûr bikin.