TIR’a Mor ya ji Îzmîrê hat şandin gihişt Hatayê
- 19:26 3 Adar 2023
- Rojane
HATAY- Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a HDP û TJA’yê TIR’a Mor ya ji Îzmîrê derket rê gihişt Hatayê. Heyeta Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogullari jî têde çûn sedana jinan.
Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) alvên hatibûn komkirin li TIR’a Mor hat barkirin û TIR gihişt navçeya Defne ya Hatayê Navenda Koordînalsyona Erdhêjê. Heyeta ku encadamên meclîsa jinan a Îzmîrê û endamên TJA, parlamentera Edenê Tulay Hatîmogullari têde alav birin taxa Maşukiye ya Defneyê.
Heyet bi jinan re hat gel hev. Tulayê li wir axaftinek kir û balkişand ser hewcedariyên jinan û got divê tu car hêvî neye windakirin.
Piştre alavên ku girtiyên Girtîgeha Jinan a Şakranê şandibûn li jinan hatin belavkirin.