Ayşe Gokkan sewqî Girtîgeha Sîncanê hat kirin
- 14:48 2 Adar 2023
- Rojane
AMED - Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan ku li Girtîgeha Jinan a Amedê dihat ragirtin, sewqî Girtîgeha Jinan a Sîncanê hate kirin.
Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ku li Girtîgeha Jinan a Amedê dihat ragirtin, sewqî Girtîgeha Jinan a Sîncan a Enqereyê hate kirin. Li gel Ayşe Gokkan, her wiha girtiyên bi navên Dîlan Dag, Emîne Abîş, Emîne Erol, Berîtan Yaşar, Zerîfe Can û Rozerîn Soyler jî hatin sewqkirin.
Hat ragihandin ku Emîne Abîş li gel Ayşe Gokkan sewqî Girtîgeha Jinan a Sîncanê hatiye kirin lê nayê zanîn bê ka girtiyên din şandine kîjan girtîgehan.