Di serdegirtina malan de du kes hatin binçavkirin
- 21:38 1 Adar 2023
- Rojane
DÊRSÎM- Li Dêrsîmê di saetên sibê de di serdegirtina malan de du kes hatin binçavkirin.
Li taxa Sihenk a Dêrsîmê polîsan di saetên sibê de bi ser malan de girtin û welatiyên bi navê Nerîman Donmez û Erkan Gul bi îdiaya ‘alîkariya rêxistinê kirine’ binçav kirin. Di dema binçavkirinê de polîsan çewal xistin serê Erkan Gul û tundiya fîzîkî kirin.
Hat hînbûn ku Nerîman û Erkan li Midûriyeta Emeniyeta Dêrsîmê tên girtin.