TJA bi jinên Meletiyê re hat gel hev
- 18:03 1 Adar 2023
- Rojane
WAN- Jinên TJA’yê bi wesîla 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi jinên Meletiyê re hatin gel hev, tax bi tax gund bi gun geriyan û peyama piştevaniyê dan.
Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP’ê bi şîara ‘piştevaniya jinan dide jiyîn’ bi jinên mexdurên erdhêjê yên Meletiyê re hatin gel hev. Ji bo jinan koliyên alîkariyê hatin belavkirin. Parlamentera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Şevîn Coşkun bi jinan re li navenda koordînasyonê hat gel hev.
Li vir bi awayekî sê komî jin li gundan geriyan. Jinên TJA’yê pirsgirêkên jinan guhdar kirin û peyama piştevaniyê dan. Koma ku Parlamentera HDP’ê ya Muşê Şevîn Çoşkun têde bû çûn gundê Yuvali, Karaterzî, Kehlalîl, Çgilik û Topraktepe û bi jinan re hatin gel hev. Şevînê li wir pirsgirêkê jinan guhdar kir û kolîliyên alîkariyê belav kir.
Koma ku parlamenter Dîlan Dîrayet Taşdemîr, hevserokên HDP’a Meletiyê û jinên TJA’yê jî têde bûn çûn serdana jinên navenda Meletiyê yên di konan de dimînin. Dîlanê li wir axaftin kir û daxuyakirin ku wê siberojên xweş bi rihê pişevaniyê bijîn.