Ji Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk peyama 8’ê Adarê
- 13:35 1 Adar 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk, bi minasebeta 8'ê Adarê peyamek weşand û got: "Em ê li her derê yekîtî û hevgirtina xwe xurt bikin û azadiya xwe bi dest bixin.”
Bi minasebeta 8'ê Adarê Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk peyamek weşand.
Di peyamê de wiha hat gotin:
"Em bi destkeftiyên têkoşîna jinê ya di sedsala 21'an de xwe bi rêxistin dikin û ber bi azadiyê ve dimeşin.
Mixabin em bi êşeke mezin dikevin 8'ê Adara 2023'yan Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê. Gelek bajarên Kurdistan, Rojava, Sûriye û Tirkiyeyê ji ber erdhejê wêran bûn. Piştî erdhejê dewleta mêrserwer nekarî peywira xwe bi cih bîne û rê li ber trajediyên mezin ên civakî, dîrokî, çînî, nasnameyî û xwezayî vekirin.
Bi taybetî faşîzma Erdogan-Bahçelî ya li Tirkiyeyê, paşverûtiya Talîban a li Afganîstanê û pergala serdest a mêran li gelek welatên Rojhilata Navîn, Ewropa û Emerîkayê bi polîtîkayên siyasî, civakî, ekonomîk, medyayê êrîşên xwe yên li ser jinan zêde kirine.
Em Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk li dijî vê zilamtî û zîhniyeta mêtinger li ber xwe didin û em ê têkoşîna xwe geş bikin. Em ê li her derê yekîtî û hevgirtina xwe xurttir bikin û azadiya xwe bi dest bixin.”