ROJEVA 28'Ê SIBATA 2023'YAN
- 09:00 28 Sibat 2023
- Rojev
*Parêzer Hediye Gokçe Baykal diyar kir ku wek saziyên civaka sivîl şopdarê zarokên ku malbatên wan tune ne û winda bûne û got daxuyaniyên bi naqok yên dewletê mirovan tatmîn nake û hewl didin mijarê jî veşêrin. DÎMEN HEYE
*Fatma Arslan a KHK’yî ku li Semsurê xizmeta tenduristiyê dide got divê piştevanî demdirêj be û divê jî bo tendirustiya jinan kon bên avakirin. DÎMEN HEYE
*Beriya Roja Jinan a Cîhanê dayika Amara Rojbîn ku di temenê biçûk de dest bi têkoşînê kir û jiyana xwe ji dest da, keça xwe vegot û da zanîn ku hezkirin ji bo wê armanca sereke bû.DÎMEN HEYE
*Zuleyha Gulum a HDP’yî diyar kir ku wê zor bidin dewletê ku bacên tên komkirin ji bo gel bên xerckirin û got ji bo avakirina Hatayê wê bi dînamîkên herêmê re tev bigerin, li dijî koçberiyê jî projeya konbajaran esas digirin. DÎMEN HEYE
* Aktivîsta TJA'yê Çaglar Demirel bal kişand ser 8'ê Adarê û piştevaniya jinan û wiha got:"Wê jin bibin dînamîk û hêza herî mezin a piştevaniya jinê. Em ê ji talan, polîtîkayên berjewendiyê, rantê bibêjin na û em ê bi jinan re 8'ê Adarê pêşwazî bikin." DÎMEN HEYE
*Emîne Abdu ya ji Helebê ku li taxa Altinuzum a Islahyeyê bi 6 kesî re di depoyeke komirê de dimîne, diyar kir ku 23 roj e ji rayedaran kon dixwaze lê jê re dibêjin "Tune ye". Emîne got, "Tu kes min nabihîze" û careke din daxwaza kon kir. DÎMEN HEYE