Li Semsûrê ji bo zarokan çalakî tên lidarxistin
- 11:38 21 Sibat 2023
- Rojane
SEMSÛR - Tora Koordînasyona Krîzê ya Rêveberiya Mafê Zarokan a Amedê li Semsûrê ji bo zarokên mexdûrê erdhejê ne, li bajarê konan yê HDP’ê ava kiriye çalakiyê li dar dixin.
Tora Koordînasyona Krîzê ya Rêveberiya Mafê Zarokan a Amedê ji bo zarokên mexdûrê erdhejê ne, li bajarê konan ê Kordînasona Krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Semsûrê ava kiriye çalakiyên zarokan li dar dixin. Koordînasyona bi 15 endamên xwe re çalakiyên weke wênexêzî, çêkirina peykeran, nirxandina amûrên nayên bikaranîn û her wiha bi strîna stranan û lîstikan re zarok kêfxweş kirin.
Tê plankirin ku her roj ev çalakî berdewam bikin.