Li Hatayê mutahîtek hat girtin
- 21:13 13 Sibat 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Mutahitê Apartmana Erdogan a li Hatayê hilweşiya, Mustafa Erdogan Keçecîoglû hate girtin.
Mutahitê Apartmana Erdogan a li Hatayê di erdhejê de hilweşiya Mustafa Erdogan Keçecîoglû li oteleke Enqereyê ku lê dima hate binçavkirin. Keçecîoglû bi biryara 6’emîn Dadgeha Ceza ya Sulh a Enqereyê ve hate girtin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand û da zanîn ku li ser îxbara e maîlekê Mustafa Erdogan Keçecîoglu yê îhtîmala revîna wî heye ji aliyê me ve hatiye binçavkirin.