Alîkariyên HDP dişînin tên desteserkirin
- 18:35 13 Sibat 2023
- Rojane
ENQERE- Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê ku ji bo herêmê alîkarî şand 4 TIR hatin desteserkiri nû yek jî şûnde hat şandin. Kamyonek alîkarî û 30 konteynir ji aliyê polîs û ekîbên AFAD’ê ve hatin desteserkirin.
Piştî erdhêjên bi pêla 7.7 û 7.6 yên navenda wan Bazarcix û Elbîstan a Mereşê bû pêk hatin gelek bajar bi bandor bûn. Xebatên di kavilan de di roja 8’an de berdewam kir û cenaze hîna jê tên derxistin. Alîkariyên ku Koordînasyona Krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dişîne jî tên astengkirin.
Kon hatin desteserkirin
Li gorî daneyên navendê li Semsurê TIR’a ku kon têde bûn ji aliyê AFAD’ê ve hatine desteserkirin û li Besnî a Semsurê jî hezar û 500 kon hatine desteserkirin. 2 TIR’ê ku 120 jenerator û gelek sobeyên ceyranê têde bûn jî ji aliyê AFAD’ê ve hat desteserkirin. Kamyonek alîkariya ji Panos a Agiriyê hatibû hat desteserkirin.
TIR a ji Elkê ya Şirnexê hatibû şandin jî hat desteserkirin. 30 konteynirên ku karsazekî ji ser Navenda Koordînasyonê şandibûn jî di têketina Mereşê de ji aliyê AFAD û ekîbên polîsan ve hatin desteserkirin. TIR’a alîkariyê ya ji Îzmîrê ji bo Osmaniyê hat şandin jî li Edenê şûnde hat vegerandin.