Li Amedê teqîn: 4 zarok birîndar bûn
- 21:46 12 Sibat 2023
- Rojane
AMED – Li ser çopa li taxa Kabê ya girêdayî navçeya Sura Amedê, zarokên ji bo xwe germ agir pêxistin. Lê ji ber madeyek ku nayê zanîn teqînek pêk hat. Tê gotin ku 4 zarok birîndarin û rewşa zarokekî giran e.
Li ser çopa li taxa Kabê ya girêdayî navçeya Surê ya Amedê zarokan ji bo xwe germ bikin agir pêxistin û lîstin. Lê ji ber madeyek ku nayê zanîn çiye ku avêtine agir teqîn pêk hatiye. 4 zarokên li ser agir birîndar bûn û li gorî agahiyên hatine girtin yek ji zarokan giran birîndar bûye.
Zarokên birîndar bûne rakirin nexweşxaneya Zanîngehê ya Dîcleyê û hat zanîn ku di der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.