Stranbêj Zîlan Tîgrîs ji bin kavilan mirî hat derxistin
- 09:10 12 Sibat 2023
- Rojane
AMED - Stranbêj Zîlan Tîgrîs di roja 7'emîn a erdhejê deji bin kavilan mirî hate derxistin.
Di encama erdheja navenda wê Mereş û Dîlok de zêdeyî 10 bajar bi giranî bi bandor bûn. Ji van bajaran yek jê jî Amed e ku her diçe bîlançoya erdhejê girantir xwe nîşa dide. Lêgerîna di nav kavilan di roja 7'emîn de jî berdewam dike.
Hunermend û stranbêj Zîlan Tîgrîs a bi eslê xwe Ermenî di roja 7'emin a erdhejê de ji bin avahiya bi navê Sözel ya li taxa Ofîsê ya Yenîşehira Amedê ku hilweşiya bû mirî hat derxistin.
Zîlan Tîgrîs a zêdeyî 30 salane muzîkjeniyê dike bi 10 zimanên Mezopotamyayê stranan digotın. Herwiha yekemîn Koroya jinên kedkar ên malê jî li herêmê ji ava kiribû ku bi salan şeftiya wê kir.