Li Îslahiyeyê piştî 6 rojan jinek hat xilaskirin
- 19:19 11 Sibat 2023
- Rojane
DÎLOK - Li Îslahiyeyê jina 66 salî Guner Guner piştî 6 rojan hat rizgarkirin.
Li Dîlok û navçeyên Îslahiye û Nurdagî di encama erdhêjê de gelek welatî di bin bermahiyan de man. Li navend û navçeyan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dike.
Li Îslahiyeyê ji kavilên avahiya Çamlık a taxa Çamlica jina 66 salî Guner Guner piştî 6 rojan hat rizgarkirin.
Li navçeyê xebatên lêgerînê berdewam dike.